çengalê xwînî di qirika min de
ez ne periya deryayê bûm
te tor avête ser min
te ez ji okyanosa min cuda kirim
li dora qirika min… Mar
di masîdanka te de… Masî
bilebite!
Li nik pêlan xeberên xêrê hene
keşnasiyê
masîgir kir
ez mar serê min birîndar e
ez parçeyekî ji dilê te, ne jî ji laşê te, naxwazim
lê bi Tenê
okyanosa min li min vegerîne
ez dixwazim
bibim Xwînmasiya deryaya xwe
Comment